Behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.
Îro çarşem li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Nunera Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê Jeanine Plasschaert kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasiya navçeyê û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê û hewlên ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda hate guftûgo kirin. Her wiha tekez li ser pêwîstiya bi cîhkirina rêkeftinnameya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal di derbarê asayîkirina rewşa Şingalê û vegerana koçberan kirin.
Rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û di derbarê babeta hilbijartinê de jî Serok Barzanî wê yekê dûpatkir ku ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê ve hilbijartin bingeh û prensîpeke neguhere ji bo şerîet û hukimraniyê û pêwîste hilbijartinên Herêma Kurdistanê di dema xwe da birêvebiçe. Tekez jî li wê yekê kir ku divê îrade û berjewendiya pêkhatan li ber çav bêgirtin û ji bo babeta mafên wan ya li hilbijartinê nabê ji derveyê îradeya pêkhatan bi tu awayekê û formulek li ser pêkhatên Kurdistanê bê sepandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin