Îdîa: Tirkiye ji NATOyê der dikeve

dibêje sempatiya Tirkiyeyê bo Rûsye û Pûtîn gelek zêde bûye.
کوردستان TV
100%

Di nava 5 heta 6 mehan de ji NATOyê der dikeve.

Cîgirê Serokê partiya weten ya Tirkî Edhem Senaq ku partiya wî hevpeymanê AKP û Erdogane îdîayeke balkêş avêt holê.

Edhem Sencaq diyar kiriye ku, heta 5 anjî 6 mehên din Tirkiye bi temamî ji NATOyê vedikêşe û ti têkiliyeke Tirkiyeyê bi NATOyê re namîne.

Nav hatî diyar kiriye ku, ev bûyerên li Swêd, Holenda û heta li Yûnan jî diqewmin tevahiya wan bi plana NATOyê têne meşandin û armanca NATOyê aciz kirin û dûr xistina Tirkiyeyê ye, lewre Tirkiye hinek tiştan nikare qebûl bike jiber vê yekê di nava 5 heta 6 mehan de vê Tirkiye ji NATOyê derkeve.Sencaq diyar kiriye ku, xelkê Tirkiyeyê jî bi metirsiyan hesiyaye lewre beriya ku, hikûmeta Tirkiyeyê berê xwe bide Rûsye û Pûtîn, sempatiyeke mezin li Tirkiyeyê li hember Rûsye û Pûtînê di nava xelkê de çê bûye.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.