Duhê li gel Serokkomarê Îraqê jî civiya bû.
Şandeke parlementoya Kurdistanê yaku, ji endamên komîteya navxwe û ewlekarî û komîteya civatên xwecîhî pêk hatiye duhê serdana Bexdayê kir.
Yekem civîna vê şanda han li gel Serokkomarê Îraqê bû û di civînê de behsa kar û projeyên hevbeş yên di navbera parlementoya herêmê û parlementoya federalî, hewldan bo çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û çend mijarên din hate kirin.
Pişt re jî şanda hevbeş ya wan her du komîteyan, li gel komîteyên hevpîşe li parlementoya Îraqê bi amadebûna Cîgirê Serokê parlementoya Îraqê civiyan û piştî giftûgo kirin li ser çend mijaran, biryar li ser ava kirina komîteyeke hevbeş di navbera han de hate dayîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin