Siûdiye dest bi avêtina gaveke gelek girîng kir

4 miliyon ji wan daran darên lîmo ne.
کوردستان TV
100%

Duhê yekem merheleya vê pêngavê hate avêtin.

Li gor çapemeniya Siûdî rayedarên vê welatî biryar dane daku, li seraserî welat bi mebesta parastina jîngehê û zêdetir kirina keskatiyê çend projeyên girîng yên derbarê çandina daran de cîhbicîh bikin.

Di vê çarçoveyê de biryar hatiye dayîn daku, 49 miliyon darên fêkiyan li vê welatî werin çandin û duhê jî bi fermî dest bi çandina wan daran hatiye kirin.

Di nava wan daran de 4 miliyon ji wan darên lîmoyê ne.

Wezareta çavkaniyên avê ya Siûdiyeyê jî diyar kiriye ku, ev darên han vê bi awa şîrîn ya deryayî yaku, hatiye teqtîrkirin werin avdan.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.