Bajêreke mezin ya dîrokî hate dîtin

ev bajêr ya serdema Romî ya li sedeyên 2 û 3 ya mîladiye.
کوردستان TV
100%

Li Başûrê Misirê hatiye dîtin.

Erdkologên Misirî ragihandin ku, karîne piştî lêkolîneke berfire li Başûrê vê welatî bajêreke mezin kamil keşif bikin.

Li gor çapemeniya Misirê dîroka vê bajêrê vedigere bo sedeyên duyem û sêyem yên mîladê.

Ev bajêr yê serdema Romî ye.

Di nava vê bajêrî de bi dehan xanî û çend burc (qelhe)yên xwedî kirina kevokan jî hene.

Herwiha kargeheke hasingerî jî di nava vê bajarê de hatiye dîtin.

Weke tê zanîn di dawiya sala derbasbûyî de li Başûrê Misirê goristaneke dîrokî hatibû dîtin ku, ya beriya 3 hezar û 500 salan bûye.

 

Rojhilata navîn Şewazên Jiyanê

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.