Berpirsê têkiliyên derve li gel Cîgira birêveberê bernameya xwerakê ya NY civiya.
Îro Berpirsê têkiliyên derve yên hikûmeta herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî pêşwaziya Cîgira birêveberê bernameya xwerak ya ser bi NY WFP xatû Ekram Elewnî kir.
Di civînê de her du alî giftûgo li ser kar û projeyên hevbeş yên hikûmeta herêma Kurdistanê û NY bi taybetî bernameya xwerak ya NY kirin.
Her di heman civînê de nîqaş li ser domandin û zêdetir kirina hevkariyên her du aliyan bo aware û penaberên li herêma Kurdistanê de kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin