Duhê li bajarê Pîranşarê ji aliyê îtlaatê ve hatine revandin.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, duhê hêzên îtlaata rejîma Îranê li bajarê Pîranşarê ya li Rojhilatê Kuridstanê operasiyonek dijî welatiyên Kurd lidar xistine.
Di encama operasiyona han ya îtlaata rejîmê de du Mamosteyên olî yên Kurd bi navên Mele Mihemd Cemaledîn û Mele Şerîf Mihemedpûr hatine revandin.
Li gor jêderan ev her du Mamosteyên olî piştî revandinê bo cîheke nediyar hatine veguhastin û heta niha jî çarenivîsa wan nediyare.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin