Artêşa Tirkiyeyê ji herêma Bradostê jî vekêşa

çapemeniya PKK paşmayiyên artêşa Tirkiyeyê tomar kiriye.
کوردستان TV
100%

Baregehên artêşa Tirkiyeyê weke cîhê gilêşê ne.

Li gor zaniyariyên berdest, piştî vekêşîna artêşa Tirkiyeyê ji herêma Zapê, di rojên derbasbûyî de artêşa Tirkiyeyê bi heman awayî li herêma Bradostê jî vekêşaye.

Artêşa Tirkiyeyê ku, li Çêyadêl ya herêma Bradostê û bilindahiyên steratejîk yên herêmê çend navned û baregeh ji xwe re ava kiribû, di rojên derbasbûyî de tevahiya navend û baregehên xwe vala kiriye û hêzên xwe paşve kêşaye.

Çapemeniya ser bi PKKê ve jî çûye cîhê ku, artêşa Tirkiyeyê vekêşaye û paşmayiyên artêşa Tirkiyeyê bi dêmen tomar kiriye.

Di dêmen û wêneyan de derdikeve ku, artêşa Tirkiyeyê netenê zirareke mezin daye erdnigariya Kurdistanê belku, çiyayên Kurdistanê jî kiriye weke cîhê gilêşê û gelek paşmayiyên xwe li çiyayên Kurdistanê bicîh hêştiye.

Weke tê zanîn si 17ê Nîsana 2022an de artêşa Tirkiyeyê dest bi operasiyoneke bejayî û asmanî li dijî PKK di nava sînorên herêma Kurdistanê de kiribû û artêşa Tirkiyeyê digot heta pkk tune neke û Qendîl dagîr neke dev ji vê operasiyonê ber nade.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.