Avahiyeke 5 qatî herifiye.
Li gor nûçeyeke anhayê duhê bişev li taxa Şêxmeqsûd ya Helebê avahiyeke 5 qatî herifiye û di encama bûyerê de 12 kesan canê xwe ji dest daye û 2 kesên din jî birîndar bûne.
Tîmên tendirostî û yên hawar hatinê eşkere kirine ku, ev karîne 14 kesan di bin kavilan de derbixin ku, 12 ji wan canê xwe ji dest dane û 2 jî birîndarin û birîna du ji birîndaran jî girane.
Heta niha sedema herifîna vê bînayê nayê zanîn lê lêkolîn li ser bûyerê didomin.
Weke tê zanîn taxa Şêxmeqsûd taxeke ku, piraniya şêniyên vê welatiyên Kurdin û demeke dirêje di bin dorpêçên rejîma Sûriyeyê deye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin