Vê roja duşemê civîna wezîrên derve yên endamên YE were lidarxistin.
Wezareta derve ya Almanyayê belav kiriye ku, piştî qebûl kirina bernivîsa bi terorîst nasîna spaha Pasdaran ya Îranê, vê roja duşemê civîneke din li Brûkselê were lidarxistin.
Di civîna han de yaku, tenê wezîrên derve yên welatên endam yên Yekîtiya Ewrûpayê beşdar dibin, vê biryara zêdetir kirin û berfiretir kirina dorpêçên gelek zêdetir li ser Îranê were dayîn.
Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî parlementoya YE bernivîsa nasîna spaha Pasdaran weke terorîst pejrand û pişt re jî rayedarên Îranî gef li Ewrûpayê kirin û ragihandin ku, eger Ewrûpa ji vê biryarê venegerê vê Ewrûpa box we zirarê bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin