Behsa rewşa zanîngehên Kurdistanê hate kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke civata zanîngehên navnetewî kir ku, ji her yek ji Serokê civata zanîngehên cîhanî Dr Burhan Hikûmet Ezîzoglû, Serokê zanîngeha Selahedînê Dr Karwan Yûnis, Serokê zanîngeha polîteknîk ya Hewlêrê Dr Îdrîs Mihemed Tahêr, Serokê zanîngeha nûjdarî ya Hewlêrê Dr Nûredîn Îsmaîl, Serokê zanîngeha Soran Dr Şîrwan Şerîf Qeras û Serokê zanîngeha Beyan Dr Ehmed Dizeyî kir.
Di civînê de şandeya mêwan bi awayeke kurt behsa rewşa zanîngeh û navendên akademîkî û asta geşe sendina zanistî li herêmê kir û rêzdariya xwe jî bo hewldanên Serok Barzanî yên di salên derbasbûyî de yên bo piştîvanî kirina zanîngeh û navendên Akademîkî li Kurdistanê de diyar kir.
Her di heman civînê de giftûgo derbarê rola zanîngeh û navendên zanistî ya bo pêşxistina warên curbicur ya civaka Kurdistanê û bilind kirina asta têgehêştin û pêgehandina takên hate kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin