Dibêje em kar li ser civîna wezîrên derve dikin.
Wezîrê derve yê Rûsyeyê Sergey Lavrov derbarê prosesa hewldanên Tirkiyeyê yên bo normal kirina têkiliyên xwe yên li gel Sûriyeyê de zaniyariyên nû belav kir.
Lavrov di gotareke xwe de eşkere kiriye ku, Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan bo razî kirina Beşar Esed bo normal kirina têkiliyan çend caran daxwaza hevkariyê ji Rûsyeyê kiriye û Rûsye jî piştîvaniya normal kirina têkiliyên navbera Tirkiye û Sûriyeyê dike.
Lavrov di beşeke din ji gotinên xwe de qala vê yekê jî kiriye ku, niha Rûsye weke aliyê sêyem hewl bo afirandina derfeteke goncaw bo lidar xistina civîna sê alî di navbera wezîrên derve yên Sûriye, Tirkiye û Rûsyeyê de dike.
Weke tê zanîn di destpêka vê salê de piştî 11 salan bo cara ewil wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê li gel wezîrê berevanî yê Sûriyeyê li Rûsyeyê civiya bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin