James Jeffrey: Amerîka bi merc F16an dide Tirkiyeyê

yek ji wan mercan eve ku, nabe Tirkiye operasiyon li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bike.
کوردستان TV
100%

Vê Kongrêsa Amerîkayê biryara dawî li ser vê mijarê bide.

Balyozê berê yê Amerîkayê yê li Enqereyê James Jeffrey derbarê mijara firotina balefirên F16 ji aliyê Amerîkayê ve bi Tirkiyeyê daxuyaniyeke nû da û mercên nû yên Amerîkayê eşkere kir.

James Jeffrey ragihand ku, Amerîka her wisa bi hêsanî F16an nade Tirkiyeyê û mercên Amerîkayê hene. Jeffrey diyar kiriye ku, niha du mercên sereke yên Amerîkayê hane û merca yekem erê kirina endamtiya Swêd û Fenlendayê ye li NATO û merca dudiyan jî eve ku, nabe Tirkiye li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê gavek bavêje ku, bibe sedema têkdana rewşa heyî ya li wan deveran.

Weke tê zanîn beriya niha Kongrêsa Amerîkayê jî rexne li ser biryara hikûmeta Amerîkayê kiribû û ragihandibû ku, mercên me bo firotina balefirên F16 hene û lazime balefirên han dijî Yûnan û hevpeyên me yên li deverê bi taybetî li Sûriyeyê neyên bikaranîn.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.