Civînên duhê êwarê yên Serokwezîrê Kurdistanê li Davosê

civîn û hevdîtinên Serokwezîr li Davosê didomin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel rayedarên Eman, Îmarat û Siûdiyeyê civiyaye.

Duhê êwarê li Davosê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel hijmareke rayedarên sê welatên Erebî civiya û piştî civînan jî Serokwezîr wisa nivîsand:

Îro li Davosê li gel wezîrê abûrê yê Emanê Seîd bin Mihemed Elseqerî civiyan.

Di civînê de me giftûgo derbarê pere pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Emanê kir bi taybetî di warê çandiniyê de ku, bi taybetî di wan demên dawî de henarên Kurdistanê weke yekem berhema çandiniyê ya Kurdistanê gehêştiye bazarên vê welatî.

Her di civînê de em bi fermî bo Emanê hatin dawetkirin.

 

Îro li Davosê li gel wezîrê karûbarê civata wezîran ya Îmaratê birêz Mihemed Qerqawî û wezîrê abûrî yê dewleta Îmaratê birêz Ebdulah bin Toq civiyan.

Di civînê de me giftûgo derbarê têkilî û hemahengiya bihêz ya di navbera herêma Kurdistan û Îmaratê de kir bi taybetî di warên abûrî, bazirganî, çandiniyê, torîzm û desthilatdariya dîcîtalî.

Mijareke din ya civîna me taybet bû bi çawetiya sûd wergirtina herêma Kurdistanê ji ezmûna serkeftî ya Îmaratê bi taybteî Dubayî di warê geşe pêdana abûrî û pêşde birina karînên însanî îdarî yên hikûmeta herêma Kurdistanê.

 

Êwara îro li Davosê li gel wezîrê hêlbirînê yê Erebistana Siûdî birêz Xalid Falih civiyan.

Di civînê de me giftûgo derbarê têkiliyên du alî bi taybetî di ware abûrî û hêlbirînê de kir.

Wezîrê hêlbirînê yê Siûdiyeyê behsa vê yekê kir ku, di demeke nêz de şandeke bilind ya Hêlbirênerên Siûdî û Karsazên Siûdî serdana Îraq û herêma Kurdistanê dikin bo giftûgo kirin derbarê derfetên hêlbirînê û pere pêdana têkiliyên bazirganî.

Di civînê de me balkêşande ser karnameya kabîneya 9an di warê pir cure kirina çavkaniyên dahatê û girîngî dan bi çandiniyê, pîşesazî û pêşkêş kirina asankariyan bo Hêlbirênerên navxweyî û yên derve.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.