Duhê wezîrê derve yê Îranê çûbû Tirkiyeyê.
Li gor çapemeniya Tirkiyeyê duhê wezîrê derve yê Îranê Emîr Husên Ebdulahiyan serdana Enqereyê kiriye û li gel Serokkomar Receb Teyyib Erdogan û wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çawişoglû civiyaye.
Di civînan de her du alî behsa şerê navbera Rûsye û Ukraynayê, aloziyên navbera Îran û Azerbayicanê, rewşa Sûriye û hewldanên Tirkiyeyê yên bo normal kirina têkiliyan li gel Sûriyeyê kirin.
Her di heman civîna han de her du alî behsa şerê hevbeş li dijî bi gotina wan terorê kirine û ragihandine ku, lazime Îran, Sûriye, Îraq û Tirkiye berevanî ji hev û yekparçeyiya axa hev bikin.
Di civînan de qala têkiliyên abûrî û bazirganî yên di navbera Tirkiye û Îranê de jî hatiye kirin û her du alî biryar dane û rêjeya liv û tevgerên bazirganî di navbera xwe de bo 30 miliyar dolaran zêdetir bikin.
Her di civîna han de Erdogan ferman daye daku, amadekariyên hewce bo serdana Serokkomarê Îranê bo Tirkiyeyê yaku, biryar bûye beriya niha were kirin lê hatiye paşxistin, werin kirin.
Weke tê zanîn Îran ji aliyekê ve piştîvaniya normal kirina têkiliyên navbera Sûriye û Tirkiyeyê dike lê ji aliyeke din ve li dijî piştîvaniyên Tirkiyeyê ye bo Azerbayicanê li dijî Ermenistanê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin