Plan kiribûn di nava kempên Êzidiyan de teqînan pêk bînin.
Duhê bişev civata ewlekariya Kurdistanê ( CEK) daxunaiyek bo raya giştî belav kir û têde çend endamên ser bi pkk qala vê yekê kirin ku, hatine pîwerdarkirin daku, di nava kempên welatiyên Êzidî li parêzgeha Dihukê de teqînan pêk bînin.
Di daxuyaniya CEK de hatiye diyarkirin ku, hêzên wan karîne piştî çavdêriyeke hûr tîmeke ser bi pkk li parêzgeha Dihukê binçav bikin ku, ev tîma han li ser fermana hin rayedarên pkk hatibûn pîwerdarkirin daku, di nava kempên Êzidiyan yên li parêzgeha Dihukê de teqînan pêk bînin.
Di tomara dengî de yaku, ji aliyê CEK ve hatiye belavkirin, ev endamên tîma han li xwe mokir hatine û bi hûrî behsa plana xwe ya bo pêk anîna teqînan û kuştina hin kesan di nava kempên Êzidiyan de dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin