Serok Barzanî: Lazime îsal hilbijartin were kirin

dibêje ti hincetek bo paş xistina hilbijartinan nayê qebûlkirin.
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî li gel şandeke Amerîkî civiya.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Amerîkî kir ku, ji her yek ji organîzatorê koşka spî yê bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê Brett McGurk, Organîzatorê Serokatiya Amerîkayê yê bo karûbarên jêrxana cîhanî, ewlekarî û enerjiyê Amos Hockstein û balyoza Amerîkayê li Bexdayê Alina Romanowski û hijmareke Şêwirmendên wezareta derve ya Amerîkayê pêk hatibû.

Di civînê de giftûgo derbarê rewşa siyasî ya Îraqê, têkiliyên navbera herêm û bexday hate kirin û tekez li ser pêwîstiya çareser kirina kêşeyên navbera herêm û Bexdayê, girîngiya rola herêm û Bexdayê di warê derbas kirina astengiyên berdem enerjî li ser asta cîhanî hate kirin.

Rewşa herêma Kurdistanê mijareke dinya civîna han bû û têde Serok barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, lazime îsal hilbijartin li herêma Kurdistanê were kirin û ti hincetek jî bo paş xistina hilbijartinan nayê qebûlkirin.

Serok Barzanî balkêşande ser vê yekê ku, dixwaze bo derbas kirina metirsiyan û piştîvanî kirina hikûmeta herêmê, civîn û hemahengî di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê de berdewam be.

Derbarê reformên nava hêzên pêşmerge de jî Serok Barzanî piştîvaniya xwe bo berdewamiya prosesa reforman diyar kir.

Rewşa siyasî ya deverê û metirsiyên terorê mijarên din yên vê civînê b ûn û şanda mêwan jî tekez li ser girîngiya asayîş û aramiya Îraq û herêma Kurdistanê kir.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.