Di nava merasîmeke leşkerî de ev gotin kiriye.
Li gor çapemeniya Îsraîlî duhê Serokwezîrê vê welatî Benjamin Netanyahu
Di gotareke xwe de yaku, di merasîma nasandina Serokerkanê nû yê artêşê de pêşkêş kiriye ragihandiye ku, Îran çavkaniyê sedî 90 tevahiya kêşeyên heyî yên li Rojhilata Navîne.
Netanyahu herwiha diyar kiriye ku, em îro bi metirsiya ku, li ser Îsraîlê ye dihesin û lewre em xwe amade dikin daku, ev metirsiya han ji nav bibin jiber vê çendê lazime artêş jî di vê warî de amadekariyên xwe bike.
Netanyahu tekez li ser vê yekê kiriye ku, Îsraîl li bendê namîne ku, Îran çekê xwe bixe ser stuyê Îsraîlê, artêş û îstîxbarata me bo rûbirû bûna han çi pêwîst bike dikin û ne hewceye em xwe bixin nava şerekê ku, ne pêwîste.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin