Franse projeyeke girîng dijî Îranê amade dike

daxwaz tê kirin ku, asmana Ewrûpayê bo Îranê were daxistin.
کوردستان TV
100%

Dixwaze Îranê bi temamî ji cîhanê veqetîne.

Hijmareke gelek zêde ji Senatorên Fransî bo hewldan bo hilweşandina rejîma Îranê projeyeke gelek girîng û steratejîk li dijî rejîma Îranê amade kirine.

Ev projeya han bo veqetandina Îranê ji civaka cîhanî û hilweşandina rejîma Îranê ye.

Di projeya han de spaha pasdaran weke tevgereke terorîstî tê nasîn û daxwaz ji Ewrûpayê tê kirin dest deyne ser tevahiya mal û milkên spak, kesên nêzî spah û rê nede kompaniyên nêzî spaha pasdaran li Ewrûpayê kar bikin.

Herwiha daxwaz tê kirin ku, Ewrûpa dawî bi danûstandên xwe yên li gel Îranê yên derbarê bernameya etomiya vê welatî de bîne, dorpêçên gelek dijwar û tund yên nû bixe ser Îranê û asmana ewrûpayê bo kompaniyên veguhastinên yên Îranî û tevahiya balefirên ku, li Îranê hatine tomarkirin qedexe bike.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.