Bi hinceta sîxorî kirinê bo Brîtanyayê hatibû girtin.
Hefteya derbasbûyî çapemeniya Îranê belav kiribû ku, Cîgirê berê yê wezîrê berevanî yê Îranê û Şêwirmendê Serokê civata ewlekariya nîştimanî ya Îranê Elî Rezaekberî bi tawana sîxorî kirinê bo welateke biyanî hatiye girtin.
Li gor çapemeniya Îranê duhê cezaya darvekirinê yaku, ji aliyê dadgeha bilind ya Îranê ve biser Elî Rezaekberî de hatibû sepandin, li girtîgeha Evînê ya li Tehranê hatiye cîhbicîhkirin û nav hatî jiber sîxorî kirinê bo Brîtanyayê hatiye îdamkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin