Serokwezîrê Kurdistanê li gel Serokê parlementoya Urdinê civiya.
Îro li Bexdayê Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel şandeke parlementoya Urdistanê bi Serokatiya Serokê parlementoya vê welatî civiya û piştî civînê jî Mesrûr Barzanî wisa nivîsand:
Îro li bajarê Bexdayê li gel şanda bilind ya parlementoya Urdinê bi Serokatiya Serokê parlementoya Urdinê birêz Ehmed Sefedî civiyan.
Di civînê de me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên navbera Urdin û herêma Kurdistanê de kir.
Serokê parlementoya Urdinêj î silav û rêzên xwedan şiko Şah Ebdulah, şahê şahnişîna Urdinê gehandine me û xwesteke welatê xwe ya bo pêşde birina têkiliyan di tevahiya waran de li gel herêma Kuridstanê diyar kir.
Me balkêşande ser têkiliyên dîrokî û dostane yên di navbera herêma Kurdistanê û şahnişîna Urdinê de û amadebûna herêma Kurdistanê jî bo bihêztir kirina têkiliyan li gel Urdinê di her warî de diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin