Serokwezîr li gel Serokkomarê Îraqê civiya.
Îro li Bexdayê Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Serokkomarê Îraqê civiya û Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand:
Îro di çarçoveya serdana xwe de ya bo Bexdayê li gel Serokkomarê Îraqê birêz Letîf Reşîd civiyan.
Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraqê û girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî bi awayeke bingehîn û li gor destûrê kir û tekez li ser berevanî kirin ji mafên destûrî yên herêma Kurdistanê kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin