Bi tawana sîxorî kirinê hatiye girtin.
Li gor nûçeyeke kanala Erebiye, Cîgirê wezîrê berê yê berevaniya Îranê û Şêwirmendê Serokê civata ewlekariya nîştimanî ya Îranê Elîreza Ekberî ji aliyê hêzên îtlaata Îranê ve hatiye girtin.
Li gor nûçeya Erebiye, rayedarên rejîma Îranê diyar kirine ku, Elîreza Ekberî jiber post û hêza xwe ya di nava rejîmê de kariye gelek bi asanî zaniyariyên taybet bi rejîmê kom bike û wan bide dezgeheke îstîxbaratî ya biyanî.
Erebiye nivîsandiye ku, rayedarên Îranî naznavê Eber sîxor ( sîxorê herî mezin) dane Elîreza Ekberî û nav hatî niha girtiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin