6 Efserên artêşa Sûriyeyê hatine girtin

Sûriye dibêje derbarê Efser û generalên Îranî yên li Sûriyeyê de zaniyarî dane welateke biyanî.
کوردستان TV
100%

Sîxorî bo welatiyeke din kirine.

Li gor çapemeniya Sûrî, artêşa vê welatî kariye 6 sîxorên welateke biyanî di nava xwe de eşkere û binçav bike.

Çapemeniya Sûrî diyar kiriye ku, ev her 6 kesên han di nava artêşa Sûriyeyê de Efserin û têkiliyên wan li gel dezgeheke îstîxbaratî ya welateke biyanî de hebûye.

Artêşa Sûriyeyê diyar kiriye ku, ev her 6 Efserên han zaniyariyên girîng derbarê liv û tevgerên Efsereke hêzên asmanî yên Îranê dane welateke biyanî û ev Efserê hêzên asmanî yên Îranê jî piştî wan zaniyariyan li Sûriyeyê hatiye kuştin.

Weke tê zanîn beriya niha Îran ragihandibû ku, Efsereke hêzên asmanî yên Îranê li Sûriyeyê ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kuştin, jiber vê çendê jî tê payîn ku, ev Efserên Sûrî sîxorî bo Îsraîlê kiribin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.