Beljîka balyozê Îranê vexwand wezareta derve

Îran welatiyeke beljîkî binçav kiriye û dadgeh jî ceza daye wî.
کوردستان TV
100%

Welatên Ewrûpî berdewamin li ser şermezar kirina rejîma Îranê.

Li gor nûçeyeke ajansa Reuters duhê wezîrê derve yê Belcîkayê Hadja Lahbib li ser twitta fermî ya wezareta derve ya Beljîkayê peyamek belav kiriye.

Di peyama han de Hadja Lahbib nivîsandiye, jiber binçav kirin û ceza kirina welatiyeke Beljîkî bi navê Olivier Vandecasteele ji aliyê rejîma Îranê ve, me balyoza Îranê ya li Brûkselê vexwandiye wezareta derve û li ser vê mijarê nota daye rejîma Îranê.

Ji aliyeke din ve beriya niha Beljîka li gel Franse, Almanya, Holenda û gelek welatên din yên Ewrûpî bo şermezar kirina îdam kirina xwepîşanderan li Îranê, balyozên Îranê vexwandibûn wezaretên derve û kiriyarên rejîma Îranê şermezar kiribûn.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.