AKP dixwest li ser mijara leçik û guhertina destûrê li gel HDP kom bibe.
Cîgirê Serokê firaksiyona HDP li parlementoya Tirkiyeyê Saruhan Oluç ragihand ku, di wan rojên dawî de firaksiyona AKP daxwaza diyarî kirina dem bo lidar xistina civînekê li gel HDPê kiriye.
Saruhan Oluç ragihand ku, AKP dixwest di civîna han de li ser mijara leçik û guhertina destûrê li gel HDPê giftûgo bike lê HDP jiber mijara qut kirina hevkariyên darayî yên hikûmetê bo HDPê û herwiha jiber doza daxistina HDPê ev daxwaza han red kiriye.
Weke tê zanîn niha li Tirkiyeyê amadekariyên hilbijartinan têne kirin û tê payîn ku, hilbijartin jî bi awayeke pêşwext werin kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin