Xwestibûn di sersalê de teqînan li Hewlêrê bikin.
Duhê bişev civata ewlekariya Kurdistanê daxuyaniyek bo raya giştî weşand û têde qala girtina du tîmên terorîstên DIŞIê kir.
Civata ewlekariya Kurdistanê di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku, beriya rojên sersalê, hêzên ser bi civata ewlekariya Kurdistanê karîne du operasiyonên cuda li dijî tîmên razayî yên DIŞIê li Hewlêrê lidar bixin.
Di encama operasiyonên han de endamên du tîmên terorîstên DIŞIê hatine girtin ku, armanca yek ji wan tîman teqandina tirimbîleke bombekirî û li gel terorîsteke xwekuj li berdem civata ewlekariya Kurdistanê û armanca tîma duyem jî teqandina bombeyekê bûye li berdem asayîşa Enkaweyê.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku, ev terorîstên han ji Sûriyeyê ve hatine û beriya ku, derbasî Kurdistanê bibin di nava kempa Holê de bûne, piştî azad kirina wan bi rêyên welatên din derbasî Kurdistanê bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin