Gelek welatên Ewrûpî balyozên Îranê vedixwînin.
Piştî îdam kirina çend welatiyên Îranî yên ku, di xwepîşandanên dijî rejîma Îranê de beşdar bûne, welatên Ewrûpayî jî dijatiya xwe ya li hember rejîma Îranê diyar dikin.
Di vê çarçoveyê de welatên Holenda, Franse, Danîmar û Beljîka heta niha balyozên Îranê yên li wan welatan vexwandine wezareta derve û dijatiya wan welatan bo rejîma Îranê û biryarên îdam kirina xwepîşanderan gehandine rejîma Îranê.
Herwiha tê payîn ku, di rojên pêşiya me de çend welatên din yên Ewrûpayî bi heman awayî balyozên Îranê vexwînin wezaretên derve û dijatiya welatên xwe bo rejîma Îranê û mehkûm kirina îdam kirina xwepîşanderan bigehînên rejîma Îranê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin