Heta niha 11 welat genocide kirina Êzidiyan qebûl kirine.
Li gor zaniyariyên berdest vê roja 19ê vê mehê parlementoya Almanyayê civîneke taybet bo giftûgo kirin û dengdan li ser genocide kirina Êzidiyan lidar bixe.
Di civînê de vê dengdan li ser nasîna komkujiya Êzidiyan weke genocide were kirin.
Di vê derbarê de berpirsê karûbarên Êzidiyan li wezareta karûbarên olî ya hikûmeta Kurdistanê Siûd Misto ragihand ku, ev pêngava Almanyayê gelek girînge û eger komkujî weke genocide were nasîn vê gelek encamên baş hebe jiber ku, li Almanyayê nêzîd 300 hezar welatiyên Êzidî dijîn.
Misto herwiha eşkere kiriye ku, heta niha 11 welatên cîhanê komkujiyan Êzidiyan weke genocide qebûl kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin