BİGACEM rastî şilandinê hat

nasnameya dizan eşkere bûye lê li benda dawî hatina lêkolînanin.
کوردستان TV
100%

Tiştek di nava nevendê de nehatiye hêştin.

Duhê bişev li bajarê Bedlîsê li Bakûrê Kurdistanê diz anjî çend diza dikevin navenda rojnamegerên Bedlîsê ku, bi BİGACEM tê nasîn.

Diz anjî dizan tevahiya kelûpel û tiştên nava vê navendê dizîne û tiştek li navendê nehêştine.

Hate zanîn ku, dizan deriyê navendê jî dizîne.

Kompiyoter, arşîv, kaxez, pirînter û tevahiya amûr û amrazên heyî yên li vê navendê hatine dizîn.

Li ser vê mijarê Serokê vê navendê Sinan Aygül diyar kiriye ku, derbarê dizan de lêkolînên destpêkê hatine kirin û çend zaniyarî ketine destê wan û nasnameya dizan bo wan hatiye eşkere kirin û ev yek skandaleke gelek balkêşe û piştî bi dawî hatina lêkolînan vê nasnameya dizan were eşkere kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.