Deriyên navçeya Kesik li Bexdayê hatin vekirin

deriyên navçeyê ji seat 5ê sibê ve heta 7ê êwarê vekirî dibin.
کوردستان TV
100%

Heta seat 7ê êwarê deriyên han vekirîne.

Polîsê hatûçûya Îraqê ragihand ku, îro yekşem bi fermana Serokwezîr Mihemed Sûdanî, tevahiya deriyên navçeya Kesik ya Bexdayê bo raya giştî hatine vekirin û tirimbîlên welatiyan jî dikarin serdana vê navçeya han bikin.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, deriyên vê navçeyê ji seat 5ê sibê ve heta 7ê êwarê bo xelkê vekirîne û xelk dikare bi tirimbîlên xwe bikeve navçeya han.

Beriya niha û piştî hilweşandina rejîma Sedamê ev navçe bi temamî daxistî bû û jibilî karmendên fermî yên hikûmetê welatiyên din nedikarîn serdana vê navçeyê bikin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.