Ji bilî NATO pêşmerge hevpeymanê herî bihêz yê Amerîkayê ye.
Siyasetmendarê Îraqî û Serokê partiya rizgariya pêşerojê Întîfaz Kenber eşkere kiriye ku, gelên Îraqê jiber zordarî, teror û tundûtîjiyê gelek êş kêşandine û niha Îraq bi rastî pêdiviya xwe bi mayîna Amerîkayê heye.
Intîfaz Kenber diyar kiriye ku, eger niha Amerîka ji Îraqê vekêşe vê rewşa Îraqê aloztir bibe û gelên Îraqê rastî kêşeyên mezintir werin.
Nav hatî ev yek diyar kiriye ku, ji bilî NATOyê Amerîka xwedan hevpeymaneke din ya gelek bihêze ku, ev jî hêzên pêşmergene û li Rojhilata Navîn de hevpeymanê herî bihêz û bibandor yê Amerîkayê hêzên pêşmergene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin