Li bajarê Bîcarê hatine darvekirin.
Xwepîşandan û raperîna seraserî ya gelên Îranê li dijî rejîma vê welatî didomin û di vê çarçoveyê de jî kuştin û îdam kirina xwepîşanderan ji aliyê hêzên rejîmê ve jî didomin.
Dezgeha Mîzan li ser vê mijarê belav kiriye ku, îro li bajarê Bîcarê du welatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve ku, bi hinceta kuştina Efsereke rejîmê di dema xwepîşandanan de hatibûn girtin, hatine îdamkirin.
Ji aliyeke din ve çapemeniya cîhanî jî behsa vê yekê dike ku, duhê înê dadgeha Îranê cezayê darve kirinê bo 13 girtiyên din daye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin