Ev 10 roje operasiyona wan ya hevbeş dijî DIŞIê berdewame.
Navenda çapemeniya hêzên Sûriyeya Demokratîk ( HSD) derbarê operasiyona hevbeş ya di navbera HSD û hevpeymaniya cîhanî de ya li dijî DIŞIê daxuyaniyeke nû belav kir.
Di daxuyaniya han de yaku, duhê hatiye belavkirin, hatiye eşkere kirin ku, di operasiyona birûska Cizîrê de yaku, ev 10 roje berdewame heta niha bi giştî 154 endamên DIŞI li deverên curbicur yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de hatine girtin.
HSD tekez li ser vê yekê kiriye ku, ev operasiyonên wan yên li gel hevpeymaniya cîhanî dijî DIŞIê bidomin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin