Ev daxwaz derbarê YPG deye.
Ajansa nûçeyan ya Reuters derbarê civîna sê alî ya di navbera wezîrên berevanî yên Rûsye, Tirkiye û Sûriyeyê yaku, li Rûsyeyê hatibû lidarxistin nûçeyek belav kiriye.
Di nûçeya han de yaku, xwe dispêre rayedarên mezin yên Tirkiyeyê, di civîna sê alî de yaku, piştî 11 salan yekem civîn bûye, rayedarên Tirkiyeyê daxwaz ji wezîrê berevanî yê Sûriyeyê kirine daku, YPG weke tevgereke terorîstî qebûl bike.
Ajansê herwiha diyar kiriye ku, Tirkiye ji xwepîşandanên dijî xwe yên ku, li deverên di destê komên çekdar de têne kirin gelek dilgirane lewre wezîrê derve yê Tirkiyeyê bilez li ser rayedarên opozîsyona Sûriye û komên çekdar civiyaye û tekez li ser berdewamiya piştîvaniyên Tirkiyeyê bo opozîsyon û komên çekdar yên Sûriyeyê kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin