Hêzên rejîmê du ciwanên din yên Kurd revandin.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengavê, revandina welatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve berdewame û di vê çarçoveyê de rojên derbasbûyî li bajarê Merîwanê du ciwanên din yên Kurd ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine revandin.
Hengawê belav kiriye ku, çarenivîsa ev her du ciwanên Kurd nediyare û rixmî hewldanên malbet û kesûkarên wan, heta niha rejîm derbarê çarenivîsa wan de ti zaniyarî nedaye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin