Charlie Hebdo rejîma Îranê aciz kir

daxwaza piştîvaniya cîhanî ji xelkê Îranê dijî rejîma vê welatî dike.
کوردستان TV
100%

Balyozê Franseyê bo wezareta derve ya Îranê hatiye vexwandin.

Piştî ku, govara karîkatorî ya navdar ya Fransî Charlie Hebdo di çapa xwe ya vê mehê de wêneya Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyî kêşaye û avêtiye nava gilêşa dîrokê de, rejîma Îranê jî aciz bû û bertekeke tund nîşanî Franseyê de.

Wezareta derve ya Îranê balyozê Franseyê yê li Tehranê vexwandiye û aciz bûn û dilgiraniya Îranê li hember karîkatora Xamneyî gehandiye hikûmeta Franseyê.

Sernivîserê govara Charlie Hebdo diyar kiriye ku, xwepîşandan û raperîna seraserî ya li dijî rejîma Îranê xwedan girîngiyeke cîhaniye lewre lazime cîhan piştîvaniya xelkê Îranê li dijî rejîma vê welatî bike.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.