Ehmedînejad rexne li rejîmê dike

dibêje vê rejîm rastî wendahiyên gelek mezin were.
کوردستان TV
100%

Pêşniyarek jî pêşkêşî rejîma Îranê kiriye.

Serokkomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad ku, di demê xwe de bi taybetî dema hilbijartina wî de xwepîşandanên mezin hatibûn kirin û bi tundî jî bersifa xwepîşanderan hatibû dayîn, jiber raperîn û xwepîşandanên seraserî yên dijî rejîmê rexne li rejîma Îranê dike.

Ehmedînejad gotiye nabe rejîm bawerî bi raportên dezgehên ewlekarî bike jiber ku, dezgehên ewlekarî her kesekî tawanbar dikin.

Nav hatî diyar kiriye ku, lazime di şûna raportên dezgehên ewlekarî, bawerî bi raportên kesên bawermend were anîn û nabe her kes bikin dijminê rejîmê jiber ku, ev yek zirareke mezin dide rejîmê û sibê jî nikarin wendahiyan bidest bînin.

Ehmedînejad di dawiya gotara xwe de gotiye: Pereyên ku, bo bikar anîna tundiyan dijî xwepîşanderan tên xerckirin lazime bo çareser kirina kêşeyên welat werin xerckirin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.