Amerîka: Îtlaat gef li çalakvanên Îranî yên li Ewrûpayê dike

Îtlaat gotiye emê kesûkar û malbetên çalakvanan ceza bikin.
کوردستان TV
100%

Dibêje dixwaze pêşiya xwepîşandanên dijî Îranê bigire.

Dengê Amerîkayê nûçeyek belav kiriye û têde diyar kiriye ku, çend belge di destê wan dene ku, îtlaata rejîma Îranê gef li çalakvanên Îranî yên li Ewrûpa û kesûkarên wan dike.

Di nûçeya dengê Amerîkayê de hatiye diyarkirin ku, îtlaata Îranê bo ku, pêşiya xwepîşandanên li dijî Îranê yên li derveya Îranê bigire dest bi gef kirin li çalakvanên Îranî yên li Ewrûpayê û malbetên wan kiriye.

Îtlaat ji kesûkarên çalakvanan re gotiye eger zarokên we beşdarî di xwepîşandanan de bikin anjî xwepîşandan li dijî rejîmê organîze bikin vê emê we ceza bikin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.