Dibêje hilbijartina Erdogan vê zirarê bide Tirkiyeyê.
Şêwirmendê berê yê ewlekariya nîştimanî yê Amerîkayê John Bolton ku, demek jînunerê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarê Sûriyeyê bû, ragihandiye ku, nabe di hilbijartinên 2023 de Receb Teyyib Erdogan dîsa weke Serokkomarê Tirkiyeyê were hilbijartin.
John Bolton diyar kiriye ku, eger Erdogan dîsa were hilbijartin vê demê NATO û welatên endam di nava NATO yê de nîqaş li ser endamtiya Tirkiyeyê di nava NATO de destpê dikin û ev yek jî vê bigehêje encamek ku, zirareke mezin dide Tirkiyeyê.
Bolton herwiha eşkere kiriye ku, niha NATO gehêştiye vê baweriyê ku, Erdogan Tirkiye hêdî hêdî ji hevpeymaniya NATO yê dûr dixe ev di demekê deye ku, Erdogan jiber têkiliyên xwe yên bazirganî û abûrî yên li gel Rûsyeyê hewl dide nehêle ku, Swêdê û Fenlenda bibin endamên NATOyê û bi vê rengî Erdogan bi awayeke nepenî hewl bo lawaz kirina NATOyê dide.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin