Amerîka huşdarî dide Tirkiyeyê

dibêje em bi ti awayî piştîvaniya vê pêngava Tirkiyeyê nakin.
کوردستان TV
100%

Dibêje em li dijî normal kirina têkiliyên bi Sûriyeyê re ne.

Hewldanên Tirkiyeyê yên bo normal kirina têkiliyan li gel Sûriyeyê berdewamin û di vê çarçoveyê de piştî civîna ewil ya di navbera wezîrên berevanî yên Rûsye, Sûriye û Tirkiyeyê, biryare di nîveya duyem ya vê mehê de wezîrê derve yên Tirkiye û Sûriyeyê jî bicivin û di civînê de tê payîn ku, dema civîna navbera Erdogan û Esed jî were diyarkirin.

Her di vê derbarê de Peyvdarê wezareta derve ya Amerîkayê Nide Price ragihand ku, Amerîka li dijî normal kirina têkiliyên navbera Enqere û Şamê ye û di vê derbarê de jî huşdarî dane Enqereyê û ji Enqereyê re gotine ku, Amerîka piştîvaniya vê pêngavê nake.

Price diyar kiriye ku, niha dem ne dema normal kirina têkiliyên bi Esed reye beku, dem dema vê yekê ye ku, tawanên hovane yên Esed yên li dijî xelkê Sûriyeyê li berçav werin girtin û lazime welatên hevbeş û heta Netewên Yekgirtî jî li ser vê mijarê bihevre kar bikin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.