Îranî duhê bişev û îro dîlanê dikin

Silêmanî li Bexdayê ji aliyê Amerîkayê ve hatibû kuştin.
کوردستان TV
100%

Kuştina Qasim Silêmanî pîroz dikin.

Îro salvegera kuştina Fermandarê Spaha Qudis ya Îranê Qasim Silêmaniye û li Îranê bi çalakiyên curbicur kuştina Silêmanî hate pîrozkirin.

Li Tehranê rixmî şewitandina poster û wêneyên Qasim Silêmanî, hevdem bi şadî û dîlanan jî kuştina Qasim Silêmanî hate pîrozkirin.

Ev di demekê deye ku, Îraqê kuştina Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendis bi çalakiyên curbicur hate mehkûmkirin.

Lê li Îranê jiber ku, xwepîşandanên dijî rejîmê didomin, xelk di qadan de bi diroşmeyên curbicur kuştina Silêmanî pîroz kirin û weke diyar kirina kêfxweşiya xwe dîlan girtin.

Weke tê zanîn Qasim Silîmanî di şeva 3 ya meha 1an ya  du sal beriya niha ji aliyê Amerîkayê ve hatibû kuştin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.