Li Tirkiyeyê hilbijartinên pêşwext têne kirin

tê gotin ku, AKP û MHP lihev kirine daku, di meha Gulanê de hilbijartin were kirin.
کوردستان TV
100%

Peyvdarê AKP duhê piştî civîna AKP daxuyanî da.

Duhê komîteya navendî ya AKP bo giftûgo kirin li ser mijarên weke amadekariyên hilbijartinan, qirîza darayî û rojeva rojên pêş yên parlementoya Tirkiyeyê civiya.

Piştî dawî hatina civînê, Peyvdarê AKP Omer Çelîk di kongreyeke rojnamevanî de ragihand ku, AKP dixwaze bilez têkiliyên xwe yên li gel Sûriyeyê normal bike.

Çelîk di beşeke din ya axaftinên xwe de eşkere kir ku, li Tirkiyeyê bê dema hilbijartinan were pêşxistin lê ev ne bi wateya hilbijartinên pêşwexte.

Ji aliyeke din ve duhê rojnameya Sozcu  ya Tirkî jî belav kiribû ku, Serokên MHP û AKP li ser hilbijartinên pêşwext ku, di meha Gulanê de werin kirin lihev kirine.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.