Ji aliyê rejîma Îranê ve hatine qetilkirin.
Li gor raporteke malpera Kolbernews, di sala 2022an de bi giştî 43 Kolber li ser sînorên navbera sê parçeyên Kurdistanê canê xwe ji dest dane.
Kolbernews diyar kiriye ku, 29 ji wan Kolberan li ser sînorên navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi êrîşa raste rast ya çekdarên Îranê canê xwe ji dest dane.
Herwiha Kolbereke din yê Kurd jî bi êrîşa raste rast ya hêzên rejîma Tirkiyeyê hatiye kuştin, 5 kolberên din jiber rawestana dil, kolbereke din jî jiber xendeqîn, 1 ketin û 4 jî jiber qirisînê canê xwe ji dest dane û herwiha 2013 Kolber jî di heman salê de birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin