Dibêjin Erdogan me xapand û me firot.
Hewldanên Serokkomarê Tirkiyeyê yên bo normal kirina têkiliyan li gel rejîma Esed berdewamin û di vê çarçoveyê de dawiya hefteya derbasbûyî wezîrên berevanî yên Sûriye û Tirkiyeyê li Rûsyeyê civiyan.
Piştî vê civînê jî komên çekdar yên cîhadî yên ku, Tirkiye li dijî rejîma Esed piştîvaniya wan dike, li Îdlib, Ezaz, Bab û Cerablusê li dijî Erdogan û hewldanên wî yên bo normal kirina têkiliyan li gel Esed xwepîşandanên girseyî lidar xistin.
Di xwepîşandanan de Xwepîşander behsa vê yekê dikin ku, Erdogan wan xapandiye û ev firotine Esed, ev vê yekê qebûl nakin û bi ti awayî naxwazin li gel rejîma Esed ti danûstandinekê bikin.
Herwiha tekez li ser vê yekê jî dikin ku, ev mirinê hildibijêrin lê ne amadene li gel Esed têkiliyên xwe normal bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin