13 terorîstên DIŞIê hatin kuştin

hinek ji wan terorîstan piştîneya amadekirî bo teqînê li gel wan bûye.
کوردستان TV
100%

Di nava 2 rojan de li Diyalayê hatine kuştin.

Li gor ajansa fermî ya Îraqê Fermandariya giştî ya operasiyonên hevbeş ya Îraqê ragihandiye ku, di nava 2 rojan de balefirên şer yên Îraqê 7 caran êrîşî ser cîh û pêgehên terorîstên DIŞIê kirine.

Li gor daxuyaniyê, ev êrîşên han li parêzgeha Diyalayê de pêk hatine û di encama wan êrîşan de herî kêm 13 terorîstên DIŞIê hatine kuştin.

di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku, piştîneyên amadekirî bo teqînê li cem hinek ji wan terorîstan bûne û xwestine di demên cuda de wan biteqînin.

 

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.