Dibêje teqînê cîhê gomanê ye û kesek hatiye girtin.
Piştî ku, duhê li xwaringeheke bajarê Aydin ya Tirkiyeyê de tupeke LPG teqiya û di encam de 7 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn, wezareta dad ya Tirkiyeyê daxuyaniyek belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta dad, wezîrê dad Bekir Bozdag diyar kiriye ku, teqîn cîhê gomanê ye û hêzên ewlekarî jî li ser esasê hin belge û gomanan dest bi lêkolînan kirine û kesek ku, tê payîn destê wî di teqînê de hebe binçav kirine.
Hîn jî lêkolînên berfire li ser vê bûyerê berdewamin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin