Wezîrên berevanî yên Tirkiye û Sûriyeyê civiyan

Tirkiye pêşniyara operasiyona hevbeş daye Sûriyeyê.
کوردستان TV
100%

Duhê li Rûsyeyê civiyan.

Piştî 11 salan ji têk çûna têkiliyên navbera Sûriye û Tirkiyeyê, duhê li Mosckovaya paytexta Rûsyeyê, wezîrên berevanî yên Tirkiye, Sûriye û Rûsyeyê civiyan.

Ev civîn piştî vê yekê hat ku, Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan çend caran bi eşkere gotibû ku, dixwaze li gel Serokê Sûriyeyê Beşar Esed bicive.

Di civîna duhê de Serokên MIT îstîxbarata Sûriye û Rûsyeyê jî beşdar bûne.

Di civîna han de yaku, yekem civîna fermî ya navbera wan du welatan deye, behsa rewşa Sûriyeyê şerê dijî HSD û vegerandina penaberên Sûrî hatiye kirin.

Herwiha li gor jêderên çapemeniyê di beşeke din ya civîna han de Tirkiye pêşniyara vê yekê kiriye ku, bi hevbeşiya navbera Tirkiye û Sûriyeyê operasiyonek li dijî HSD ji du aliyan ve were destpêkirin û Tirkiye ji Bakûr û Sûriye jî ji Başûr ve dijî HSD dest bi operasiyonê bikin.

Lê hin pspor qala vê yekê dikin ku, ne Sûriye û ne jî Rûsye bi germî pêşwaziya vê pêşniyara han nakin jiber ku, Sûriye û Rûsye dixwazin beriya her tiştekî Tirkiye hêzên xwe ji Sûriyeyê vekêşe û dawî bi piştîvaniyên xwe yên bo komên cîhadî yên li Sûriyeyê bîne.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.