Hêzên Rizgariya Efrînê li hember baregehên artêşa Tirk a dagirker çalakiyên serdegirtinê li dar xistin. Di çalakiyan de herî kêm 12 leşker hatin kuştin û gelek cebilxane û alavên leşkerî hatin rûxandin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) der barê çalakiyên xwe yên dawîn de agahî dan. HRE’yê daxuyand ku li dijî 4 baregehên artêşa Tirk a dagirker çalakiyên serdegirtinê kirine û zirarên mezin dane dagirkeran.
HRE’yê ev agahî dan:
“Li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker çalakiyên me yên bersivdayînê dewam dikin. Ji bo tolhildana şehîdên me yên ku di encama êrişên hewayî yên 19’ê Mijdarê de şehîd bûn, li heremên Bab û Şêrawa çalakiyên taybet hatin lidarxistin.
LI BABÊ 2 LEŞKER BIRÎNDAR BÛN
Di roja 22’yê Kanûnê de, li herêma Babê, li gundê Tuweys li hember baregeha artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat lidarxistin. Di encama wê çalakiyê de 2 leşkerên dagirker birîndar bûn.
LI ŞERAWA 9 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Di roja 26’ê Kanûnê de, li navçeya Şerawa, li hember 4 baregehên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek serdagirtinê hat lidarxistin. Ev her çar baregeh ev demek bû ji aliyê hêzên me ve dihatin şopandin. Şev saet di 00:00’n de li hember van baregehan ji çar baskan ve êriş hat lidarxistin. Piştî demek pêvçûnê kontrola her çar baregehan ket destê hêzên me. Di pêvçûnên despêkê de 9 dagirker hatin kuştin.
CEBILXANE Û ALAVÊN HATINE RÛXANDIN Û DESTESERKIRIN
2 manga, 2 kon, 4 çeper, doçkayek 12.5 mm, çekek M 16 tev termal, 7 motorsîklêt, 2 jenerator, TV, UPS û amûrên înternetê hatin rûxandin. Her wiha 5 çekên AK-47, 1 BKC, 1 B-7, çekeke sekvaniyê, damençeyek, 4 bêtêl, 4 rext, 5 telefon û gelek fîşekên AK-47, BKC û gelek roketên B-7 hatin desteserkirin. Seyareyek zirxî ya ku ji bo takwîyeyê hatibû, hat hedef girtin û di encamê de ev seyare hat derbkirin.
Piştre dema dijmin hewl da cenazeyên xwe rake, careke din ji aliyê hêzên me ve hatin hedefkirin. Li vir jî 3 dagirker hatin kuştin. Di vê çalakiyê de bi giştî 12 dagirker hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn. Hejmara birîndaran nehat zelalkirin.
‘ÇALAKÎ DÊ DEWAM BIKIN’
Di van çalakiyên 2 rojan de bi giştî 12 dagirker hatin kuştin û gelek jî hatin birîndarkirin. Li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker çalakiyên me yên bersivdayîn û tolhildanê dê dewam bikin.”
Ji anha hatiye wergirtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin