Brîtanya rê nade Îran çekên etomî çê bike.
Wezîrê berevanî yê Brîtanyayê James Clurley ragihand ku, Brîtanya bi ti awayî rê nade ku, Îran bigehêje astek ku, bikarêbe çekên etomî çê bike.
Wezîrê derve yê Brîtanyayê James Clurley herwiha eşkere kiriye ku, lîsteya dadwer, dozger, rayedarên îstîxbaratî û leşkerî yên Îranê yên ku, destê wan di kuştina xwepîşanderan de heye di destê wan deye û tevahiya wan bi rêya sepandina dorpêçên dijwar ceza dikin.
Clurley behsa dorpêç kirina spaha Pasdaran jî kiriye û ragihandiye ku, ji aliyê Brîtanyayê ve, spaha Pasdaran weke tevgereke terorîstî hatiye nasîn lewre spaha Pasdaran bi temamî ji aliyê Brîtanyayê ve hatiye cezakirin û Brîtanya dorpêçên gelek dijwar li ser spaha Pasdaran sepandiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin